Bexdayê paşve gav avêt: Biryara Hûsî û Hizbullahê wê were guhertin

Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya Banka Navendî ya Iraqê, diyar kir ku xistina navê Hûsiyên Yemenê û tevgera Hizbullaha ya Lubnanê di lîsteya "terorê" de xelet e û ragihand ku tenê El Qaîde û DAÎŞ dê di vê lîsteyê de cih bigirin.

Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya Banka Navendî ya Iraqê, têkildarî xistina her du komên çekdar Hîzbûllah û Hûsiyan di lîsteya terorê de, agahiyên nû parvekirin.

Hate diyarkirin ku biryara 61 a sala 2025’an li ser daxwaza Malezyayê û li gorî biryara 1373 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2001’an, di rojnameya fermî ya Iraqê de hatiye weşandin.

Her wiha Komîteyê, da zanîn ku pejirandina Iraqê tenê ji bo komên girêdayî DAÎŞ û El Qaîdeyê wekî terorîst nas dike bû, xistina aliyên din di lîsteyê de ne beşek ji biryara komîteyê ye û hat gotin ku encama weşandina lîsteyê beriya pêvajoya nirxandinê bi dawî bibe pêk hatiye.

Komîteyê, destnîşan kir ku ev biryar ti têkiliya wan bi her du rêxistinên di lîsteyê de tune ye, tenê El Qaîde û DAÎŞ di lîsteya komên terorîst de ne.

Rojnameya Waqî ya fermî ya Iraqê di hejmara xwe ya nû de ragihand ku Iraqê li ser bingeha biryarên Komîteya Astengkirina Pereyên Terorê ya di Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran de, Hûsiyên Yemenê û Hizbûllaha Lubnanê wek rêxistina ‘terorî’ destnîşan kiriye.